Li Gumgumê balefirek ket
5 ji wan welatiyên Rûsyeyê ne.
8 kesan canê xwe ji dest daye.
Li gor daxuyaniyeke birêveberatiya jîngeh û daristanên bajarê Gumgumê ya li Bakûrê Kurdistanê, îro şemî danê êwarê balefireke vemirandina agirê jiber sedemeke nediyar ketiye erdê.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di encama bûyerê de 8 kesan canê xwe ji dest dane ku 5 ji wan welatiyên Rûsya û 3 yên din jî welatiyên Tirkiyeyê ne.
