• Friday, 27 February 2026
logo

Li Serheda Bakurê Kurdistanê lehî rabûn

Gulan Media August 15, 2021 Nûçe
Li Serheda Bakurê Kurdistanê lehî rabûn

 Li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê lehî rabûn, li gor agahiyên destpêkê ziyan gihişt 40 xanî û 6 otomobîlan. Di lehiyên Rojavayê Herêma Deryaya Reşa Tirkiyê de jî, 58 kesan canê xwe ji dest dan, 143 kes jî winda ne.

Li bajarên Erzirom, Qers û Erdexanê yên bakurê Kurdistanê baraneke zêde barî û bû sedemê rabûna lehiyan.

Li gor agahiyan destpêkê, tenê li navçeya Qamûşana Qersê 40 mal herifîn û ziyan gihişt 6 otomobîlan. Lehî li bajarên Erzirom, Erdexan û Bartinê jî bûn sedemê ziyanên madî.

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Navxweyê Tirkiyeyê Silêman Soylu da xuyakirin, li bajarê Kastamonu 48, li Sînopê 9 û li Bartinê jî kesekî, bi giştî 58 kesan canê xwe ji dest dane.

Da zanîn, heta niha derbarî 143 kesan de agahiyên windabûnê gihiştine wan û nasnameya 15 terman jî hê diyar nebûne. Li her sê bajaran bi giştî nêzîkî 3 hezar kes li deverên din hatine bicîhkirin.

Saziya Hawarçûna Lezgîna Tirkiyeyê AFAD da xuyakirin, li Kastamonu, Sînop û Bartinê bi 7850 kesan hewlên rizgarkirinê didomin û alîkariyên madî wek pare, xwarin û hewandinê digihin zerermendan.

 

K24

Top