Tûndiya beramber jinan zêde bûye û çekên bêdêstûr tên bikaranîn
Ligor amarên Rêveberiya Giştî ya Rûbirûbûna Tûndiya li Dijî Jinan, îsal amarên tundiya jinan berawird bi heyamên berê zêdetir bûye û ji %90ê wê tundiyê bi çekên bêdestûr tên encam dan.
Serperiştiyara Rêxistina Geşedana Mirovî Hîsam Nazim ji Kurdistan24ê got: ‘’Em kar li ser amarên tûndiyê dikin û sedem û çareseriyên we em diyar dikin. Ligel aliyên peywendîdar ji bo çareseriyê ligel hikûmet û parlemento komelgehê û medyayê em hewl didin plana xwe cîbicî bikin. ‘’
Herwiha derbarê zêdebûna amarên tûndiyê û bikaranîna çekan jî Berpirsa Rêveberiya Giştî ya Rûbirûbûna Tûndiya li Dijî Jinan Serkewt Umer jî ji K24ê re aşkere kiriye gelek rûdanên tûndiyê bi çekên bêdestûr tên bikaranîn û hinek caran jî di rûdanan de çekên bi destur jî tên bikaranîn û ji ber wê çendê jî pêwîste polis û Pêşmerge û hemû hêzên emî piştî dewama wan bi dawî bû çekên xwe nebin malên xwe û nava otomobîlên xwe û ew çek di rûdanan de neyên bikaranîn.
Saziyên medenî bi rêya hişyariyê hewl didin dawî li tûndiya li nava komelgehê pêk were lêbelê ligor amarên dawî roj bi roj tûndî di nava komelgehê de zêde dibe.
Basnews
