• Friday, 27 February 2026
logo

Tirkiye gundewarên Til Temirê topbaran kir

Gulan Media August 14, 2021 Nûçe
Tirkiye gundewarên Til Temirê topbaran kir

Tirkiyê û grûpên çekdar gundewarên Til Temir topbaran kirin û di encamê de hejmarek ji welatiyên gundên nêzîkî sengerên şer koçber bûn.

Berdevkê Hêzên Sûrya demokrat (HSD) Aram Hena ragihand, ku Tirkiyê û çekdarên bi ser çekên giran dest bi topbaranê kirin û ziyaneke mezin gihandin malên welatiyan.

Herweha Aram Hena got, hêzên wan bersiva wê êrîşê dan û daxwaz ji Rûsyayê kir ku li hember topbaranên Tirkiyê bê helwest nemîne.

Li aliyê din şeva borî, cendirmeyên Tirkiyê li ser sînorê bakur û rojavayê Kurdistanê, nêzîkî bajarê Kobanî, 2 ciwanên Kurd bi tundî îşkence kirine.

Li gor çavkaniyên xwecihî, dema ku welatiyên bi navên Şiyar Mihemed Elî û Mistefa Ehmed, li rojavayê bajarê Kobanî, nêzîkî sînorê di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê de bûne, cendirmeyên Tirkiyê êrîşî wan kirine.

Li gor heman çavkaniyan, cendirmeyên Tirk ew herdu ciwanên Kurd bi tundî îşkence kirine û bi giranî birîndar bûne.

Herdu ciwanên ku xelkê gundê Mînas li rojavayê Kobaniyê ne, li nexweşxaneyeke bajarê Kobanî çareseriya pizîşkî werdigirin

Artêşa Tirkiyê li gel grûpên çekdar ên ser bi opozisyona Sûriyê ve, piştî vekişîna Amerîkayê ji hejmareke navçeyên sînorî, êrişeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin.

Di encamê de bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî ku di bin kontola şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de bûn, ketibûn destê grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê.

 

Rudaw

Top