Talîbanê vaksîna Koronayê li Efxanistanê qedexe kir
Çavkaniyên medyaya Efxanistanê ragihandin; Tevgera Talîbanê proseya lêdana vaksîna Koronayê li herêma Paktiya ya li rojhilatê welat qedexe kir.
Kanala televîzyonê ya Şimşad a Efxanistanê ji Serokê Fermangeha Tendirustiyê ya Paktiya Wîlayat Xan Ehmedzay ragihandiye; Talîbana ku hefteya borî herêmê kontrol kiribû, proseya lêdana vaksîna Koronayê li herêmê qedexe kir.
Wîlayat Xan Ehmedzay eşkere kiriye: “Beşa lêdanê li herêmê heta 3 rojan hatiye girtin û kesên serdana binkeyê kirine, hatine agahdarkirin ku vaksîn hatiye qedexekirin. Talîbanê hejmarek karmend neçar kirine ku proseyê rawestînin û vaksîna Koronayê li kesî nedin.”
Tevgera Talîbanê çend hefte ye êrîşên xwe li ser Efxanistanê zêde kirine û piraniya deverên welat kontrol kirine û sînorên ligel Îran, Tacîkistan, Tirkmenistan, Çîn û Pakistan xistine bin kontrola xwe, ligel vê jî hejmarek paytextên herêman jî dagir kirine, ku ji wan herî girîng Qendehar û Herat e.
