Siyasetmedarê Kurd Mele Şukrî jiyana xwe ji dest da
Helbestvan, nivîskar û siyasetmedarê Kurd Şukru Ekîncî (Dilpet Jelî) ji ber nexweşiya vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest da.
Mele Şukru Ekîncî du hefte berê bi Coronayê ket û pêr di 72 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Mêrsînê jiyana xwe ji dets da û duh li Mêrsînê bi axê ve hat sipartin.
Mele Şukru Ekîncî Kî ye
Mele Şukru di sala 1949 an de li bajarê Sêrtê, navça Dihê li gundê Basnê ji dayik bûye. Seyda perwerdehiya xwe di medresên Kurdî de fêrî pirsgirekên civata xwe bûye û perwerda xwe li ser şopa Ehmedê Xanê, Melayê Cizîrî, Fekqiyê Teyra domandîye.
Bayê şoreşa îlonê û karîzma Mele Mustafa Barzanî li ser rêgeh û jiyana Mele Şukrî bandoreke mezin kir. Seyda ji rêgeha olî derbasî rêgeha sîyasetê bûye û li gor derfetên xwe piştgiriya şoreşa îlonê kiriye. Piştre di nav refên Partiya Demokrata Kurdistanê – Tirkiye PDKT de cîh girtîye.
Piştî salên 1970 an şûnde li bajarê Mersînê bicîh dibe û bi hevalên xwe re, dest bi karên rêxistinî dikin. Di demek kinde li bajarê Edenê, Mersînê, îskenderûn û Antalya xebatên wan berhem didin û dest bi organîzasyonên metrepolan dikin.
Di dema pîrozbahiyên yekê Gulana 1979 an de, Seyda bi zîrekbûn û mêjîyê rêxistinbûnê derdora sed kesî re dibêje bi cil û bergên Kurdî beşdarî nav refên mîtîngê bibin. Gava bi cil û bergên Kurdi beşdar dibin rêxistin û organîzatorên çepê Tirk bertekan nîşan didin û gengeşiyan derdixin. Lê belê Seyda bi zanebûn û zîrektîya xwe rê li ber wan digire û beşdar dibin. Piştre hat zanîn ku hêzên ewlekarîya dewleta Tirkiyê ev bûyer ji bo Enqerê rapor kirine û gotine “Rêxistina cûdaxwaz KUK bi pêşmergên çekdar beşdarî mîtîngê bûye”. Li ser wê raporê li hemberî hevalan opresîyonek pêk hat û çend heval hatin girtin, pişt re wan birin girtîgeha Enqerê û li wir darizandin. Lê ev bûyer di nav gelê Kurd de bû sedema naskirin û girseybûna rexistinê.
Piştî jenosîda Enfal û Halebcê, Seyda ji ber helbestên xwe hat zîndan kirin. Bi salan di zîndanan de zilm, zehmetî û îşkence dît.
Dilpet Jelî an Mele Şukrî di nav xebatên legal de cîh girt. Partiya girsayî ya demokratîk (DKP) ku di bin serokatiya Şerafettîn Elçî de hatibû damezrandin kar û xebatên rêxistînî kir. Piştî ev partî hat girtin di nav refên KADEP ê de kar û xebatên xwe domand.
Mele Şukrî Ekîncî ji êla Jelî ye û binemalek kurdeware. Temen û jiyana wî li ser rêgeha netewî, bi bîr û bawerîya Kurdistanê derbas bû. Dilpet Jelî mirovekî Helbestvan, nivîskar û lêkolîner bû. Heta niha çar pirtûkên wî çap bûye “Dîroka bîranîna şehîdan weyla licê weyla Licê, Pazendname, Xewna sibê Belîlaz, Kardukname” nivisîye. Ji bilî wan bi navê BOTÎNAME pirtûkek wî ya derkehê lêkolîna dîroka Kurdistanê de xebatek wî dom dikir.
Rudaw
