• Friday, 27 February 2026
logo

Çekdarên PKKê li Qamişlo zarokekî din jî revandin!

Gulan Media August 14, 2021 Nûçe
Çekdarên PKKê li Qamişlo zarokekî din jî revandin!

Çekdarên PKKê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê zarokek din jî revandin.

Çavkaniyekî li Qamişlo ji BasNewsê re got, şeva borî çekdarên PKKê yên bi navê “Ciwanên Şoreşger” zaroek li taxa Enteriye ya Qamişlo revandin.

Li gorî agahiyan, navê wî zarokî Ehmed Ebdulbaqî û temenê wî jî 16 salî ye û niha li yek ji serbazgehên PKKê de ye.

Ev sêyemîn zarok e ku çekdarên PKKê ji destpêka vê mehê ve heta niha li Rojavayê Kurdistanê direvînin. Çimkî beriya niha jî du zarok, keç û xortek, revandibûn.

Ev di demekî de ye ku serkirdetiya HSD/YPG, ku beşek ji rêveberiya xweser jî tê hesibandin, havîna 2014 bangewaza Cinêvê ya nehîştina zarokên çekdar îmze kiribû û Hezîrana 2019 jî rêkeftina NY ya çekdarnekirina zarokan îmze kiribû. Zêdebarî wan soz û peymanan lê dîsa jî zarokan direvînin û çekdar dikin.

 

 

Basnews

Top