• Friday, 27 February 2026
logo

Li Tirkiyê hejmara kesên ji ber lehiyê mirine gihîşt 40 kesan

Gulan Media August 14, 2021 Nûçe
Li Tirkiyê hejmara kesên ji ber lehiyê mirine gihîşt 40 kesan

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) diyar kir ku ji ber lehiyê li Kastamonuyê 34, li Sînopê 6 welatiyan canê xwe ji dest dane û li Bartinê xebatên lêgerîna kesekî winda jî didomin.

AFADê di daxuyaniya xwe ya li ser lehiya Deryaya Reş de ragihand; hemû sazî bi piştgiriya personel û wesayîtan ve xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: "Ji ber lehiyê li Kastamonuyê 34, li Sînopê 6 welatiyên me mirin. Dermankirina 9 welatiyên me li nexweşxaneyan didome. Li Bartinê xebatên lêgerîna kesekî winda jî berdewam e."

 

K24

Top