• Friday, 27 February 2026
logo

PDK, ji bo helbijartinên Iraqê ofîsên xwe li navçeyên Kurdistanî vedike

Gulan Media August 12, 2021 Nûçe
PDK, ji bo helbijartinên Iraqê ofîsên xwe li navçeyên Kurdistanî vedike

Berpirsekî saziya helbijartina PDKê ragehand, bi armanca encamdana bangeşeya helbijartinê, biryare PDK ofîsên helbijartinê li hemû wan navçeyan veke ku binkeyê wê yê partiyê lê tine.

Berpirsê beşa yasayî yê saziya helbijartinê yê PDKê Hawar Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hewldanên berdewam heye bo ku PDK binkeyên xwe li sînorê navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê veke. Lê eger binke neyên vekirin jî wê demê biryare demekî kurt de li hemû wan navçeyên ku PDK binkeyên wê lê tine, ofîsên helbijartinê veke, ku bikare bangeşeya helbijartinê bike.’’

Herwaha got: ‘’Beşek ji namzedên me vegeriyane navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê û dest bi bangeşeya helbijartinê kirine, lê vekirina ofîsên helbijartinê dê proseyê baştir û bileztir bike.’’

Hawar Mihemed got: ‘’Ew ofîsên ku biryare bo bangeşeya helbijartinên Iraqê bên vekirin ji aliyê endamên PDKê ve serpereştiya wê dê bê kirin û bi rêya wan ofîsan ve jî namzedên PDKê dê bangeşeyê bo xwe bikin. Ji ber wek saziya helbijartinê em wan navçeyan giring dibînin û giringiya taybet didin bi wan hemû namzedan ku vegerin deverê û dest bi karê bangeşeyê bikin.’’

 

 

Top