• Friday, 27 February 2026
logo

Agir bi peykerê Hejar Mukiryanî hate berdan

Gulan Media August 12, 2021 Nûçe
Agir bi peykerê Hejar Mukiryanî hate berdan

êrîşkar hîn jî nehatine nasîn.
Kesên nenas ev êrîş pêk anîne.

Li bajarê Mehabadê duhê bi şev kesên nenas êrîşî ser peykerê helbestvan û wêjevanê navdar yê Kurd, Hejar Mukiryanî kirine.

Êrîşkar agir bi peykerê Mamoste Hejar Mukiryanî berdane û beşek ji heykelê hatiye şewitandin.

Heta niha derbarê êrîşê de ti kes nehatiye girtin û ti daxuyanî jî nehatine dayîn.

Weke tê zanîn di nava salekê de ev duyemîn care ku êrîşê navdarên Kurd li bajarê Mehabadê têkirin.

Top