• Friday, 27 February 2026
logo

5 endamên hêzên ewlekarî yên Îraqê hatin kuştin

Gulan Media August 11, 2021 Nûçe
5 endamên hêzên ewlekarî yên Îraqê hatin kuştin

teqîn li bakûrê parêzgeha Selahedînê çê bûye.
Di encama teqînekê de hatine kuştin.

Çavkaniyeke ewlekarî ya Îraqê ji çapemeniya vê welatî re ragihandiye ku îro di encama teqîna bombeyeke vedayî de 5 endamên hêzên ewlekarî yên Îraqê hatine kuştin.

Çavkaniya han diyar kiriye ku sê leşker û du polîsên Îraqî li nahiyeya Bêcî ya li Bakûrê Parêzgeha Selahedînê di dema cîhbicîh kirina pîwerdariya xwe ya rojane de bombeyeke vedayî bi wan re teqiyaye û canê xwe ji dest dane.

Top