Nasir Herkî: Pêwîste hikûmeta Iraqê bi kiryar pêngavan li dijî PKKê bavêje
Biryarderê lijneya asayîş û berevaniyê li Parlamentoya Iraqê ragehand, çekdarên PKKê pirsgirêkan ji bo herêma Kurdistanê û Iraqê çêdikin. Ji ber wê jî hikûmeta Iraqê bi kiryar divê pêngavan li dijî PKKê bavêje û nabe tenê gotinan bike.
Biryarderê lijneya asayîş û berevaniyê li Parlamentoya Iraqê Dr. Nasir Herkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji ber kiryarên çekdarên PKKê ziyanên zêde bi geheştin ax û xelkê herêma Kurdistanê û bi salane ew sedemin ji bo êrîşên artêşa Tirkiyê li ser hemwelatiyên sivîl ên li navçeyên sînorî. Derveyî herêma Kurdistanê Iraq jî ziyan dibîne, ji ber PKK serweriya axa Iraqê û herêma Kurdistanê binpê dike. Di kûrayiya axa Kurdistanê de çalakiyên xwe encam dide.’’
Herwaha got: ‘’Hebûna PKKê li Şingalê sedemê bicîhneanîna rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ye, ku derbarê asayî kirina rewşa wî bajarî de hatiye encamdan. Ji ber heta naha jî çekdarên PKKê li Şingalê hene û çalakiyan dikin.’’
Nasir Herkî got: ‘’Tişta ku pêwîste hikûmeta Iraqê bike û dikeve ser wan, bi kiryar pêngav li dijî PKKê avêtine. Nabe tenê axaftin bike bi rêya daxuyaniyan ve lê ti kiryarekî nebe, lê berevajî wê jî hin berpirsên hikûmeta Iraqê alîkariya PKKê dikin.’’
Basnews
