Heşda Şeibî li dijî vegera Pêşmerge ye bo Kerkûkê
Berpirsekî Heşda Şeibî li sînorê Kerkûkê dibêje: “Niha sînorê parêzgehê aram e û pêdivî bi vegera Pêşmergeyan nîne.”
Berpirsê Peywendiyên Eniya Bakur Elî Husênî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Rewşa emnî ya sînorê parêzgeha Kerkûkê gelekî baş bûye û niha berpirsyaretî hatine dabeşkirin. Parastina ewlekariya her navçeyekê di destê hêzeke diyarkirî de ye, vêca Heşda Şeibî be yan artêşa Iraqê û hêzên emnî yên din.”
Derbarê biryara vegera Hêzên Pêşmerge û pêkanîna hêzeke hevbeş li sînorê Kerkûkê, wî berpirsê Heşda Şeibî got: “Zerara hatina Pêşmerge bow î sînorî nîne, lê em nizanin sûda wê çiye. Niha ewlekariya navçeyê parastî ye û DAIŞ bi tevahî lawaz bûye, lpma pêdiviya Kerkûkê bi Pêşmerge nîne.”
Roja 2ê tebaxa 2021ê Nûnerê Wezaretên Navxwe û Pêşmerge li Fermandariya Operasyonên Iraqê Lîwa Ebdulxaliq Telet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kiribû, di çarçoveya wan rêkeftinên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hatine kirin li ser parastina navçeyên cihê nakokiyê, du lêwayên Pêşmerge vedigerin wan navçeyan û gotibû: “Destpêkê ew herdu lîwa ji aliyê Hêzên Hevpeyman ve tên perwerdekirin û piştre di erkê xwe de dest bi kar dikin.”
Lîwa Ebdulxaliq Telet gotibû, çûna Hêzên Pêşmerge bo navçeyên cihê nakokiyê, cîbicîhkirina bendeke rêkeftina navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ye.
Herwiha amaje bi wê yekê jî dabû ku ne tenê du lîwa vedigerin, lê di siberojê de Pêşmerge li wan navçeyan zêdetir dibin û bi hevbeşî ligel hêzên Iraqî ewlekariya wan sînoran diparêzin.
Rudaw
