• Friday, 27 February 2026
logo

Li Hewlêrê Panela Peywendiyê Tirkiye-Iraq-Herêma Kurdistanê hat sazkirin

Gulan Media August 10, 2021 Nûçe
Li Hewlêrê Panela Peywendiyê Tirkiye-Iraq-Herêma Kurdistanê hat sazkirin

Navenda Lêkolînan a Rûdawê îro li Hewlêrê Panela Peywendiyên Tirkiye-Iraq-Herêma Kurdistanê lidar xist.

Di panela ku li Otela Erbilê hatî sazkirin de pispor û rojnamevanan rewşa giştî ya siyasî, ewlehî, enerjî û têkiliyên aborî yên di navbera Tirkiye-Iraq-Herêma Kurdistanê de nirxandin.

Wezîrê Berpirsê Pêkhateyên Etnîkî yê Herêma Kurdistanê Aydin Maruf, Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê Hakan Karaçay û ji Tirkiyê hejmareke pispor û rojnamevan beşdarî panelê bûn.

Îhsan Aktaş: Tirkiyê pişta xwe bi aboriyê girê dide

Serokê Navenda Lêkolînan a GENARê Îhsan Aktaş di dema beşdarîkirin di panela Navenda Lêkolînan a Rûdawê de ragihand ku Tirkiye aloziyên li Iraq û Sûriyê weke metirsî li ser xwe dibîne ji ber wê di salên dawiyê de hêza xwe ya leşkerî di meydanê de zêde kir , lê Tirkiyê nikare bi hêza xwe ya leşkerî berdewam be ji ber ku welateke ku pişta xwe bi aboriyê girê dide û dixwaze bi peywendiyên aborî û demokrasî û dîplomasiyê wan destkeftên hêza leşkerî, biparêze.

Îhsan Aktaş got: “Nearamiya ku li navçeyê heye, nearamiya ku li Iraqê heye ne aramiya ku li Sûriyê heye, dema ku Tirkiyê hest bi wê yekê kir ew dibe gef li ser wê, kete plana bergiriyê û konsepta xwe guhert û serkeftin bidest anî.”

Aktaş da zanîn ku di nava 7-8 salên dawiyê de Tirkiyê hêza xwe ya leşkerî daxiste meydanê û gelek guhertin çêkirin û ew yek bo Tirkiyê pir giring bû. 

Serokê Navenda Lêkolînan a GENARê Îhsan herwiha got: “Tirkiyê kete navçeya Derya Spî,  li Lîbyayê rê li ber senyaryoya weke ya Sûriyê girt û bû sedema bidestxistina aramiyê.  Alîkariya şerê Azerbaycanê kir ,  li Sûriyê tevî ku li hember hêzeke mezin a cîhanê weke Amerîka derket,  karî wê 30 km ji sînorên xwe dûr bixe. Ew ji bo Tirkiyê giring bû, niha Tirkiyê dixwaze hinekê siyaseta xwe de nerim bibe;  bo mînak welateke weke Îranê ku petrola wê û îdeolojiyeke olî heye dikarin her tim di şer de be, lê Tirkiye ji Îranê û welatîn din cûda ye nikar herdem bi hêza xwe ya leşkerî di meydanê de be. Tirkiye welateke ku bi hêza xwe ya aborî li meydanê ye û hebûna xwe bi aboriyê berdewam dike. Niha Tirkiyê dixwaze di navxwe û derve de serkeftinên ku bi hêza leşkerî bidest xistine bi demokrasî û  dîplomasî û aboriyê de pêş bixe û dewam bike.”

Esîl Nuceyfî: Rewşa Iraqê dê têk biçe

Parêzgarê berê yê Neynewa Esîl Nuceyfî ragihand, rewşa xirab a Iraqê dê li piştî helbijartinan xerabtir bibe, heya radeyekî ku ji dest derkeve.

Esîl Nuceyfî ragihand got ku, bandora Îranê li Iraqê heye, lê Îran jî nikare alîgirên xwe kontrol bike.

Nuceyfî got: “Rewş li Iraqê li derveyî Herêma Kurdistanê li Mûsilê, li Bexdayê û li Başûrê Iraqê û heta li Herêma Kurdsitanê jî, rewşeke lawaz e,  bihêz nîne. Em dizanin me amajeyên ewlekariyê yên bihêz li welatê xwe nînin. Ew rewşa lawaz dibe sedema ku di demên pêş de alozî derkevin. Ew kirîza ku em behsa wê dikin ne dûr in, em dizanin ku hilbijartin nêzîk e ku bi hêsanî derbas nabe ,piştî hilbbijartinê dê rewş aloztir bibe. Herwiha Îran heye, bandora wê li Iraqê heye, rewşê kontrol dike, lê bi baweriya min Îran jî nikare alîgirên xwe kontrol bike û dê rewş ji dest derkeve.”

Tulin Daloglu: Kurd her tiştî ji dewletê hêvî dikin

Yek ji beşdariyên panelê rojnamevan Tulin Daloglu di panelê de axivî û got, “Pêşniyara min a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ew e ku nêzîkatiya me ya dema ku em li ser vê mijarê diaxivin divê were guhertin. Piştî ku min dest bi şopandina vê pirsgirêkê wekî rojnamevanek, wekî hemwelatiyek Tirk a Komara Tirkiyeyê kir, her ku temenê me mezin bû nêrîna me jî hat guhertin. Her kes hev sûcdar dike. Kurd her tiştî ji dewletê hêvî dikin. Ew di wê baweriyê de ne ku dewlet bi tevahî xelet e. Ew ewqasî bi dijwarî nêzikî Tirkiyê dibin ku qet xeletiyên xwe nabînin.”

Daloglu anî ziman ku têgihiştina mexdûriyetê ya ku di civakên Rojhilata Navîn de nayê derman kirin heye û wiha pê de çû:  Em hez dikin bibin mexdût. Pêşniyara min a di vê mijarê de ev e: Gva yekem divê em dest ji hesta mexdûriyetê berdin û hewl bide ku bi zanebûn xwe ji vê yekê rizgar bikin. Ji ber ku dema me dest ji hesta mexdûriyetê berda, wê demê dê her kes sûcê li ser xwe qebûl bike. Kes ne pak e. Dema ku têkoşîna li dijî terorê dihat meşandin, her kes ji hale xwe yê îdealîst dûr ket. Dema me dibin mexdûr diçin giliyê Tirkiyê ji Amerîka dikin.”

Di berdewamiya axavtina xwe de Daloglu got: “Her kes hevûdu sûcdar dike û aliyek her dem zirarê dibîne. Lê heke hûn wê hişmendiyê biguhezînin û bi rengek cûda nêzî mijarê bibin, wê demê hûn dê xwe jî biparêzin û dê Tirkiyê jî biparêzin. Dema ku tiştek biqewime, îdîa û gotinên giran ên wekî ku dê Tirkiye operasyonek derveyî sînor bike, hemû Kurdan wekî qesaban bikuje û jenosîdê bike, bawer bike, piştî van salan di raya giştî ya Tirkiyeyê de, hatiye xaleke pir cuda. Ez ji we dixwazim ku hûn vê yekê fam bikin. Ji ber ku xeletî xeletiyê çêdike.”

Aydin Maruf: Pewyndiyê Enqere û Hewlêrê di asta herî bilind de ne

Wezîrê Berpirsê Pêkhateyên Etnîkî yê Herêma Kurdistanê Aydin Maruf jî di pane de got: “Em li ser vê axê bi hev re dijîn. Pêwîstiya hemû komên etnîkî yên li vê herêmê bi aştiyê heye. Pêwîstî heye ku ew piştgiriyê bidin hev. Komên etnîkî û olî di têkiliyên berê û heya îro de di qonaxek baş de ne. Em, hem wekî hemwelatî û hem jî wekî Tirkmen, her dem piştgiriyê didin têkiliyên baş ên di navbera Tirkiye û Iraqê de, û têkiliyên baş ên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistana Iraqê de.”

Derbarê peywendiyên Enqere û Hewlêrê de Aydin Maruf tekez kir ku têkiliyên di navbera aliyan de di astek baş de ne û got: “Nemaze têkiliyên Enqere û Hewlêrê di astek bilind a siyasî, aborî û dîplomatîk de, di asteke gelek baş de ne û divê ew bêtir pêşve biçin. Ji xeynî vê, pirsgirêka ewlehiyê jî pir girîng e, nemaze li herêma sînor. Hebûna wan a li Şengal, Mexmûr û Qendîlê hem ji bo Herêma Kurdistana Iraqê, hem ji bo Tirkiye û hemû komên etnîkî yên li herêmê xeter e. Divê ev mijarên bêne çareserkirin. Ev dê bi hevkariya di navbera hemû aliyan de pêk were.”

Maruf li ser rewşa Mûsilê got, “Pirsgirêka Mûsilê li ber çavan hatiye girtin û gelek li ser gotin li ser hatin kirin.

Mûsil hem ji aliyê dîrokî û hem jî ji aliyê cihêrengiya komên olî û etnîkî ve girîng e. Li Mûsilê rêveberiyek yekalî heye. Tirkmen, Kakeyî, Êzidî û komên din ên li wir ji rewşê giliyan dikin. Aramiya Mûsilê hem ji bo Herêma Kurdistana Iraqê hem jî ji bo Iraqê girîng e.”

Mesûd Heyderi: Pêwendiyên Tirkiye û Iraqê û Herêma Kurdistanê divê hevseng bin

Şêwirmendê Serok Barzanî, Mesûd Heyderî jî tekez kir ku divê pêwendiyên Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hevseng bin.

Heyderî tekez kir ku aramî li Mûsil û Şingalê pir girîng e, got: “Li Mûsil û Şingaêlê ji bilî hêzên yasayî yên Iraq û Herêma Kurdistanê milîsên cuda hene. Wek ku di rêkevtin di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye gotin, divê ev hêz ji vir bên derxistin da ku hêzek hevbeş ku ji hêzên ewlekariya Iraqê û Pêşmerge pêk tê herêmê biparêze. Ji ber ku bêyî misogerkirina ewlehî û aramiya van herêman, ne kompaniyeke Tirkiyê û ne jî kompaniyeke din nikarin di pêşxistina Mûsilê de rol bilîzin.”

 

Rudaw

Top