• Friday, 27 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya sala nû ya koçî li misilmanan kir

Gulan Media August 10, 2021 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya sala nû ya koçî li misilmanan kir

hêviya bi dawî hatina kêşe û aloziyan dike.
Bi helkefta yekê Muherrem û serê sala nû ya koçî, pîrozbahiyê li tevahiya misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdarim sala nû ya koçî, ji bo hemû misilmanan û mirovayetiyê bi giştî saleke pir bereket û xêr û xweşî bê.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim sala nû dawiya derd û bela û êş û giriftan li gel xwe da bîne, ji bo Kurdistan û Iraq û cîhanê saleke pir bi bextewerî û aramî û xweşbextî bê.

Dubare pîrozbahiyê li hemû aliyek dikim û hemû salek bi xweşî.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

9 Tebax 2021

Top