• Friday, 27 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê civiya

Gulan Media August 10, 2021 Nûçe
Serok  Barzanî  li  gel  balyozê  Brîtanyayê  civiya

Serok Barzanî hêviya serkeftinê jê re xwest.
Behsa astengiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê hatekirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Bryson-Richardson û şandeke pê re kir.

Di civînê de Serok Barzanî û balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Bryson-Richardson giftûgo li ser rewşa giştî ya Îraqê, pêşhatên dawî yên siyasî û ewlekarî yên li Îraqê, hilbijartinên parlementoya Îraqê û metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê kirin.

Her di heman civînê de balyozê Brîtanyayê rêzdariya xwe ya li hember hewldanên heyî yên bo pêk anîna reforman û çalaktir kirina hêzên pêşmerge û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê diyar kir.

Têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê mijareke din yên civînê bûn û Serok Barzanî jî hêviya sekeftinê bo balyozê nû yê Brîtanyayê yê li Îraqê xwest.

Top