• Friday, 27 February 2026
logo

21 kesên din canê xwe ji dest dan

Gulan Media August 9, 2021 Nûçe
21 kesên din canê xwe ji dest dan

heta niha bi giştî zêdetir ji 4 hezar û 900 kesan canê xwe ji dest dane.
Amarên nû yên taybet bi Koronayê hatin belavkirin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 2 hezar û 380 kesên din bi Koronayê ketine.
Hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 1030 kese, li Dihukê 432 kes û li Hewlêrê jî 742 kesên din bi Koronayê ketine.
Di nava heman demê de 615 berketiyên berê baş bûne û 21 berketî jî canê xwe ji dest dane.
Heta niha bi giştî li Kurdistanê 253 hezar û 458 kes bi Koronayê ketine, 205 hezar û 490 kes baş bûne û 4hezar û 932 kes jî canê xwe ji dest dane.

Top