• Friday, 27 February 2026
logo

Zarokên Sûrî yên koçber ji xwe re 'Olîmpiyadên Kampan' saz kirin

Gulan Media August 9, 2021 Corane
Zarokên Sûrî yên koçber ji xwe re 'Olîmpiyadên Kampan' saz kirin

Hevşêweyê Olîmpyada Tokyo ku li Japonê hat sazkirin, penaberên Sûrî yên li kampên Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê olompiyada taybet bi xwe saz kirin.

Li gor nûçeya ajansa AFP a Fransî, di pêşbirêkên vê olîmpiyadê de 120 ciwan ji 12 kampên cûda beşdar bûn.

Li kêleka kampa Yeman li nêzîkî Idlibê, wan yarîgehek bo olîmpiyada xwe çê kirin. 

Ev olîmpiyad bi “Olîmpiyadên Kampan 2020”, hatin binavkirin.

Ibrahîm Sermînî, Rêkxerê Olîmpiyadên Kampan ragihandiye, “Bi rêya van olîmpiyadan em hewl didin hêviyê cem xelkê çê bikin û bala  civaka navdewletî bikşînin ser rewşa zarok û nişteciyên kampan, daku çareseriyeke bi lez ji wan re bibînin, piştî çend salan ji derbiderbûn û koçberiyê.”

Tîmên van olîmpiyadan di gelek lîstikan de beşdar bûn, wek, avêtina tîran û dîskan, çekirin ser bendan, karatê, canbazî, topa destan, topa lingan, û çend lîstikên din.

Welîd zarokekî 12 salî ye, ew kêfxweşiya xwe nîşan dide ku wî di van olîmpiyadan de nûnertiya kampa xwe kiriye û biserketiye.

Welîd Muhemed dibêje, “Ez li gel 10 lîstikvanan hatim, em gelekî kêfxweşin, temenê min 12 sal in, ez di lîstika çekirinê (Bazdan) de beşdar bûm û min pileya duyem bidest xist û em bi serketin.”

Van olompyatan bo dema rojekê berdewam kir û gava roj çû ava kesên ku biserketin, medaliyên xwe ji Komîta Rêkxer wergirtin.

Derdora 3 milyon kesan li parêzgeha Idlibê dijîn ku du li ser sê ji Xûteya Şamê,Heleb, Homs û Deraayê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê û grûpên alîgirên wê ve hatin koçberkirin.

Parêzgeha Idlibê niha di bin kontrola Eniya Tehrîr El-Şam a ser bi rêxistina El-Qîde û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê de ye.

Welatiyên Sûrî yên ku di Olîmpiyada Tokyo de beşdar bûn, li ser du tîman hatibûn dabeşkirin, Tîma Hikûmetê ku ji 6 lîstikvanan pêk dihat û tîma Penaberên Sûrî bi ku ji 9 kesan pêk dihat û nûnertiya Tîma Penaberan a Cîhanî dikirin.

Ji wan herdû tîman tenê lîstikvanê tîma hikûmetê Mein Es’ed di lîstika rakirina giraniyan de medeliya bronzî bidestxist.

PARVE BIKE LI SER
SHARE ON FACEBOOK

 


SHARE ON MESSENGER
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Top