• Friday, 27 February 2026
logo

Jimareya zarokên revandî yên kurdên êzdî di destê PKKê, zêdetire ji wan zarokên DAIŞê revandine

Gulan Media August 8, 2021 Nûçe
Jimareya zarokên revandî yên kurdên êzdî di destê PKKê, zêdetire ji wan zarokên DAIŞê revandine

Kurdên êzdî piştî nemana DAIŞê li Şingalê neketin rewşeke wisa ku tirsa wan ji revandina zarokên wan nemine. Çekdarên PKKê jî bi şêweyî DAIŞê zarokên kurdên êzdî direvîne û wançekdar dike. Ligor zanyariyan jimareya zarokên revandî yên kurdên êzîd di deste PKKê de ji zêdetire ji wan zarokên DAIŞê.

Çekdarên rêxistina terorîstên DAIŞê di sala 2014an da navçeya Şingalê dagirkirin û di wê êrîşê de DAIŞê 6 hezar û 417 hemwelatiyên kurd revandin û heta niha 3 hezar û 500 zarok û jin hatine rizgarkirin û heta niha çarenivîsa 2 hezar û 700 kesî jî diyar nîne.

Ligor zanyariyên BasNewsê 700 zarok û xortên êzdî yên DAŞê revandine hatine çekdarkirin. Ligor zanyariyên Neteweyên Yekgirtî beriya êrîşa DAIŞê ji bo Şingalê jimareya êzdiyan li Iraqê 550 hezar kes bûye. Bi giştî DAIŞê 5 hezar kes qetil kirine û 82 gorên bi kom hatine dîtin û 300 hezar êzdî bûne eware û derbeder bûne û li kampên Herêma Kurdistanê bi cî bûne û 100 hezar jî ji welat derketine.

Roja 11ê Mijdara 2015an Operasyona Kontrolkirina Şingalê bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî dest pê kir. Bi hevkariya balafirên şer ê Hevpeymaniya Navdewletî Hêza Pêşmerge din ava 2 rojan de Şingal ji destê DAIŞê rizgar kir.

Piştî Pêşmerge Şingal ji destê DAIŞê rizgar kir PKKê jimareyeke çekdarên xwe anîn li nava Şingalê bi cî kirin û piştî rûdawên 16ê Cotmehê û hatina Heşdî Şabî ji bo herêmê Şingal û dorûberê wê ketiye bin kontrola milîsên Heşdî Şabî û PKKê û jimareya revandina zarokên kurdên êzdî ji aliye PKKê zêdetir bû. Ligor zanyariyan jimareya zarokên êzdî yên PKKê revandine ji yên DAIŞê zêdetir in û jimareya zarokên kurdên êzdî yên PKKê ew revandine û ew şandine Qendîl, Rojavayê Kurdistanê ji 700 kesî zêdetir e.

Kesayetiyê êzdî Şêx Şamo ji BasNewsê re axiviye û aşkere kiriye PKK û DAIŞ herdu rêxistin jî dema zarokên kurdên direvînin wan çekdar dikin û wan fêrî şer dikin.

Herwiha Şêx Şamo dibêje roj bi roj xeberên revandina zarokên êzdî ji aliye PKKê zêdetir bûne li nava kurdên êzdî.

Pisporê yasayê Dr. Kirmanc Osman jî ji BasNewsê re axivî û da zanîn, ya PKK dike li dijî yasayên navdewletî ye û binpêkirina mafê mirov e û divê bi rêya rêxistinên mafê mirov bi rêya Yekîtiya Ewropayê dozê derbarê PKKê de vekin ji ber revandin û çekdarkirina zarokan.

 

Basnews

Top