• Friday, 27 February 2026
logo

Spaya Pasdaran: Em piştevanê rasteqîn ê Heşdî Şabî ne

Gulan Media August 8, 2021 Nûçe
Spaya Pasdaran: Em piştevanê rasteqîn ê Heşdî Şabî ne

Îro roja yekşemê Serokê Desteya Heşdî Şabî Felah Feyaz ligel Fermandeyê Giştî yên Spaya Pasdarên Îranê Husên Selamî civiya û ragihandiye Spaya Padaran nimûne ye ji bo wan.

Ligor zanyariyên medyaya Îranê belav kiriye di civîna Husen Selamî û Felah Feyaz de, Husên Selamî ji Felah Feyazî re gotiye hûn li meydana Iraqê ne û em piştevaniyê rasteqîn ê Heşdî Şabî dibin.

Herwiha Husên Selamî amaje bi wê yekê jî kiriye ew hêvî dikin wê biryara parlementoya Iraqê ya derketina hêzên biyanî ji Iraqê were pesendkirin û serweriya Iraqê were parastin.

Di beramber jî de Serokê Desteya Heşdî Şabî Felah Feyaz jî aşkere kiriye ew di serkeftinê de deyndarê Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendîs in û Heşdî Şabî, Spaya Pasdaran ji xwe re weke model dizane.

Piştî azadbûna Iraqê di sala 2003an de şîe li Iraqê bûn xwediyê serwerê desthilatiyê li Iraqê û Îran jî piştevaniya komên milîsên Iraqê dike di warê çekdarkirin û rahênana serbazî de û bi êrîşa DAIŞê bo ser Iraqê Heşdî Şabî hat sazkirin ji wan komên serbazî yên Iraqê. Herwiha ew milis bûne beşek ji artêşa Iraqê û desthilata emnî ya Iraqê di destê wan de ye.

 

 

Basnews

Top