• Friday, 27 February 2026
logo

Serdozgeriya Dadgeha Bilind: Hejmara endamên HDPê zêde bûne û yên MHPê daketine

Gulan Media August 6, 2021 Nûçe
Serdozgeriya Dadgeha Bilind: Hejmara endamên HDPê zêde bûne û yên MHPê daketine

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind piştî 4 mehan amarên derbarê hejmara endamên partiyên siyasî nûjen kir. Li gor amarên Serdozgeriyê hejmara endamên Partiya Gel a Netewperest (MHP) kêm bûne û hejmara endamên partiyên HDP, AK Partî, CHP û Partiya IYI zêde bûne.

Berevajî AK Partiyê endamên hevparê Tifaqa Komarî MHPê kêm bûne. Di Nîsanê de hejmara endaman ji 479 hezar û 197an daketiye 475 hezar û 338 endaman. Li gor amarên heyî MHPê di çar mehan de 3 hezar û 859 endam kêm kirine.

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan diyar kiribû ew armanc dikin ku her sal 1 milyon endam zêde bikin û heta 2023an bigihêjin 15 milyon endaman.

Li gor amarên Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind AK Partiyê di çar mehan de hejmara endamên xwe 16 hezar û 277 zêde kiriye. Bi giştî hejmara endamên AK Partiyê gîhiştiye 11 milyon û 589 kesan.

Ligel ku doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam e di 4 mehên borî de hejmara endamên partiyê bi zêdebûna 550 kesan ji 40 hezar û 128an gihişt 40 hezar û 678 endaman.

 

Rudaw

Top