Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê dev ji kar berda
Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyeyê Ziya Selçûk dev ji kar berda. Li şûna Selçûk Prof. Dr. Mahmut Ozer wek wezîrê perwerdehiye hat destnîşankirin.
Biryarên destnîşankirinê yên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hatin weşandin.
Di biryarê de hat diyarkirin ku Wezîrê Perwerdehiyê Ziya Selçûk dev ji kar berdaye û li gorî xalên 104 û 106emîn ên Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyê li şûna wî cîgêre wezîr Prof. Dr. Mahmût Ozer wek wezîr hatiye erkdarkirin.
Herwiha Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan 3 kesan Prof. Dr. Petek Aşkar, Prof. Dr. Ahmet Emre Bîlgîlî ve Dr. Sadrî Şensoy wek cîgirê wezîr destnîşan kir.
Li aliyê din Ziya Selçûk jî di derbarê destkişanda xwe ya ji kar de li ser hesabê xwe yê Twitterê Spasiya Serokkomarê Tirkiyê kir û wiha got “Ji îro şûn ve erka min a Wezareta Perwerdehiyê bi dawî bûye.”
Rudaw
