• Friday, 27 February 2026
logo

Soylu ziyanên agirê daristanan eşkere kir

Gulan Media August 4, 2021 Nûçe
Soylu ziyanên agirê daristanan eşkere kir

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, ziyanên agirê daristanan eşkere kir ku ji 28ê Tîrmehê ve berdewam e û heta niha li gelek cihan nehatiye kontrolkirin.

Suleyman Soylu doh Sêşembê 3 Tebaxa 2021ê derbarê zerar û ziyanên agirê daristanan de got: “Heta niha 543 avahî, 784 xanî, 114 axur, 64 cihên kar, 5 avahiyên mîrî zerar dîtine, hinek ji wan gelek zerar dîtine, hinek navendî û hinek jî kêm.”

Soylu herwiha da zanîn ku li Muglayê ji 28 taxên li cihên çiyayî bi giştî ji ber metirsiyê ji 3 hezar û 219 malan 16 hezar û 603 kes hatine derxistin. Lê Soylu diyar nekir ka ew kesên ji malên wan tên veguhestin li ku tên bicîhkirin.

Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyê jî doh ragihand ku di 6 rojan de li 32 bajaran 152 agirên daristanan hatine kontrolkirin, lê li 6 bajaran agir berdewam e û hêj nehatiye kontrolkirin.

Hefteyeke agirê daristanên Tirkiyê berdewam e ligel ku li hinek navçeyan hatiye kontrolkirin.

 

Top