Heta niha êrîşkarê malbata Kurd yê li Konyayê nehatiye desteserkirin
Mehmet Altunê ku di vîdyoyê de eşkere bûye ku êrîşî malbata Kurd Dedeoglu kiriye û ji wan 7 kes kuştiye heta niha nehatiye desteserkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Konyayê lêpirsînameyek amade kiriye û li gorî vê lêpirsînameyê 14 kes hatine desteserkirin. Digel ku 5 roj di ser bûyerê de derbas bûye kujer Mehmet Altûnê 33 salî heta niha nehatiye desteserkirin.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azad ya Enqerê (OHD) derbarê kuştina malbata Dedeogluyê de raporek amade kiriye.
OHDê di raporê de dibêje “Ligel ku gelek caran êrîşî malbata Dedeoglûyî hatiye kirinê, lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin. Di encama necezakirinê de malbateke ji heft kesan pêk tê, hatiye kuştin. Hemû berpirsên yasayî û îdarî di vê kuştinê de erka xwe pêk neanîne, berpirs in. Piştî kuştina malbatê ji bo desteserkirina êrîşkar li ketin û derketina bajar ti xalên kontrolê dananîne. Di encama daxuyaniyên gelek şahidên bûyerê û dosyeya lêpirsîna berê de derket holê ku êrîş bi armanca nîjadperestî pêk hatiye. Gotinên Wezîrê Navxwê yê Tirkiyê Suleyman Soylû û Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê, yên digotin êrîş ne êrîşeke nîjadperest e, tê wateya ku ji lêpirsînê re midaxele hatiye kirin.”
Rudaw
