• Friday, 27 February 2026
logo

Li Merîwanê zilamekî bi otomobîlê da ser hevjîna xwe – Ji mirinê xirabtir kir!

Li Merîwanê zilamekî bi otomobîlê da ser hevjîna xwe – Ji mirinê xirabtir kir!

Li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê, zilamekî bi otomobîlê da ser hevjîna xwe ku daxwaza telaqê kiribû.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, li bajarê Merîwanê zilamekî hevjîna xwe ya bi navê Sebriye Yezdanpenah (27 salî) ku daxwaza telaqê jê kiribû, bi otomobîlê pêpes kir!

Li gorî agahiyan, wî zilamî xwastibû jina xwe bikuje lê jinik ji mirinê xirabtir bûye ji ber ku çok, ser û destê wê şikestine û perîşan bûye.

Zilamê wê jinkê ji aliyê polîs ve hatiye girtin lê piştî demek kurt bi danîna 50 milyon tûmen hatiye berdan.

 

Basnews

Top