• Friday, 27 February 2026
logo

Balyozên Amerîka û Iraqê yên li Bulgaristanê Kurd in

Gulan Media August 2, 2021 Nûçe
Balyozên Amerîka û Iraqê yên li Bulgaristanê Kurd in

Balyozên Amerîka û Iraqê yên li welatê Bulgaristanê jin in û bi esil xelkê Başûrê Kurdistanê ne.

Hêro Qadir Mistefa jidayikbûya sala 1973 û siyasetvaneka Kurd a Amerîkî ye û ji 18ê Cotmeha 2019an ve wek Balyoza Amerîkayê li Bulgaristanê hatiye destnîşankirin.

Ew jina siyasetvan ku niha Balyoza Amerîkayê li Bulgaristanê ye, li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê ji dayik bûye û di sala 1976an de çûye Amerîkayê û li wî welatî bicih bûye.

Hêro Qadir ji sala 2009 heta 2011 şêwirmenda Joe Biden bo karûbarên Rojhilata Navîn bûye, ku wê demê Biden Cîgirê Serokê wê demê yê Amerîkayê Barack Obama bû. Piştre di sala 2016 de ji aliyê Obama ve wek Cîgirê Berpirsê Karûbarê Balyozxaneya Amerîkayê li Portugalê hat diyarkirin.

Di Cotmeha 2019an de û di serdema serokatiya Donald Trump de, Hêro Qadir Mistefa wek Balyoza Amerîkayê li Bulgaristanê hat diyarkirin.

Herwiha Balyoza Iraqê li Bulgaristanê jî jin e û xelka Başûrê Kurdistanê ye. Navê wê jina siyasetvan, Lîna Celal Omer, jidayikbûya sala 1974 û ji bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê ye.

Lîna Celal di sala 1995 de xwendina xwe li Fakulteya Zanistê ya Zanîngeha Selaheddînê qedandiye, paşê çûye Amerîkayê û li Zanîngeha Straier li Washington DC, mastera xwe wergirtiye.

Di sala 2003 de, Lîna yek ji endamên yekemîn şanda jinên Iraqê bo Washington DC ku beşdarî konferansa avakirina Iraqa nû, rola jinê di avakirinê de bûn.

Di sala 2003 de Lîna Celal ji aliyê Wezareta Derve ya Iraqê ve wek Rêvebera Protkolê hat diyarkirin û di sala 2011 de jî di beşda Amerîkaya Bakur û Amerîkaya Başûr a Wezareta Derve ya Iraqê de bû şêwirmend.

Herwiha ew siyasetvana Kurd, sala 2016 di beşa welatên cîran, Tirkiye û Îran, a Wezareta Derve ya Iraqê de wek şêwirmend hat destnîşan kirin û di sala 2021an de jî bû Balyoza Iraqê li Bulgaristanê.

 

Rudaw

Top