Alî Babacan: Divê hemû aliyên komkujiya Konyayê bên diyarkirin
Roja înê li navçeya Merama Konyayê di encamê êrişeke nijadperestî de, heft endamên malbateke kurd hatibûn qetikirin.
Karvedanên komkujiya malbata kurd li Konyayê didomin. Serokê Partiya DEVA Alî Babcan ku serdana kesûkarên malbatê kir û xwest bûyer bi hemû aliyan deve were zelalkirin û berpirsên bûyerê bên sizadan. Berpirsekî PDK-Bakur dibêje, êriş bi sîstema dagîrkerî ya Tirkiyê ve girêdayî ye ku bi hêsanî Kurd tên kuştin û malên wan tên talankirin.
Roja Înê li navçeya Merama Konyayê di encamê êrişeke nijadperestî de, heft endamên malbateke kurd hatin qetilkirin. Piştî veşartina terman, taziye hate danîn û piraniya partiyên siyasîyên Tirkiyê serdana kona taziyeyê kirin. Serokê Partiya DEVA Alî Babacan got, ew dixwazin demildest hemû aliyên bûyerê bên diyarkirin.
Serokê Partiya DEVA Alî Babacan got: “Xwedê hêz û sebr bide hemû kesûkaran. Em bi bûyerê pir xemgîn bûn û tirsiyan. Divê bi awayeke lezgîn û hestiyar lêpirsîn were kirin û hemû aliyên bûyerê bên diyarkirin. Hin rayedarên dewletê erkên xwe bicîh neanîne, Bergirî pêşnexistine. Em hemû welatiyên xwe yek dibînin û divê xwedî heman mafan bin. Divê zimanê siyasetê were guhertin.”
Bi serpereştiya Wezîrê Dadê Ebdulhemîd Gul û Cîgirê Serokê AK Partiyê Nûman Kurtulmuş jî di roja yekemîn ya taziyê de cih girtin û dan xuyakirin, dê bûyer bi hemû aliyan ve were zelalkirin. Cîgira Serokê Partiya DEVA jî dibêje, komkujî bi armanca derxistina şerê kurd û tirk hatiye kirin.
Êrişa yekemîn 12ê Gulanê bi 60 kesan hatibû li ser malbatê hatibû kirin û ji malbatê heft kes hatibûn birîndarkirin. kesên wek berpirsên êrişê hatibûn zîndankirin, piştî demeke kurt hatibûn berdan. Tenê du kes di zîndanê de mabûn. Xizm û parêzerên malbatê dibêjin, ev helwesta dadgeh û zimanê desthilatê wêrekî daye êrişkaran û ji ber ku Kurd bûn malbat hatiye armanckirin.
Basnews
