• Friday, 27 February 2026
logo

Li Ewropa li dijî neçarkirina ‘Paseporta Kesk’ xwepêşandan hat kirin

Gulan Media August 1, 2021 Nûçe
Li Ewropa li dijî neçarkirina ‘Paseporta Kesk’ xwepêşandan hat kirin

Rûbirûbûneke tund di navbera polîsên Parîsê û yên ku razî nabin paseporta tendirûstiyê hilgirin çêbû.

Li gor beşek ji Fransiyan, neçarkirina xelkê bo hilgirtina paseporta tendirûstî yan paseporta kesk hewldaneke hikûmetê ye bo zeftkirina azadiyên kesî.

Vê hefteyê bêyî paseporta tendirustî destûr bo ti kesekî nehat dayîn biçin restorant, bar, melevangeh, sînema, mûzexane û saziyên hikûmî.

Xwepêşanderê Fransî Yann Moix dibêje: “Ev astengeke mezin e li ber azadiyê, eger me neçarî hilgirtina paseporta vîrûsê bikin bo marketan, bo sînema yan kesek bixwaze piştî karkirineke dijwar kêfê ji jiyanê bibîne. Karker îro pereyekî kêm distînin. Ev paseport metirsiyeke mezin e bo hemû aliyekî. Bi rastî ev dijî civakê ye.”

Li Milana Îtalyayê jî bi sedan kes çûn ser cadeyan û dijî neçarkirina xelkê bo hilgirtina paseporta tendirûstî xwepêşandan kirin. Ji 29ê Tîrmehê ve paseporta tendirûstiyê li Îtalyayê bûye neçarî. Ji niha ve Îtalya paseporta tendirûstiyê ji welatiyên her yek ji welatên Kanada, Îsraîl, Japonya, Brîtanya û Amerîkayê werdigre.

Niştecihê Milanê Michele Riepoli jî got: “Paseporta kesk ji amûrekê bo dohtina xelkê zêdetir ne tiştekî din e bo wêya bi zorê xelkê neçarî wergirtina vaksînê bikin. Gelek kesan dinasim yekem qurçika vaksînê wergirtine û naxwazin qurçika duyem werbigrin, ji ber nexweş ketine.”

Li seranserê Ewropayê hilgirtina paseporta tendirustiyê ketiye warê cîbicîhkirinê. Paseporta tendirustiyê bernameyekî mobaîl an kaxezeke fermi ye, barkod li ser e, ji me re dibêje hilgirê paseportê vaksîn wergirtiye yan na, yan berevanî li dijî Coronayê peyda kiriye yan na.

Welatên Ewropî paseporta tendirustiyê wek tedbîreke bilez a silametiyê dibînin bo rêgirtin li kesên bi Coronayê ne ku tevlî civakê bibin. Li Fransayê zêdeyî ji sedî 60ê xelkê ligel paseporta tendirustiyê ne, ji sedî 70ê xelkê jî ligel wê yekê ne ku vaksîna dijî Coronayê werbigirin. Kampanya berfireh a vaksînkirina xelkê li Ewropayê hevdem e ligel nêzîkbûna gehiştine hejmara pêketiyên Coronayê bo 200 milyon pêketî li cîhanê.

 

Rudaw

Top