Şîrovekar Xalib Demî: Bi vekişîna hêzên Amerîkayê wê herêma sunne durist bibe
Şîrovekarê siyasî Xalib Demî ragihandiye bi vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê wê herêmeke sunne pêk were.
Xalib Demî ji BasNewsê re axivî û amaje bi wê yekê kir xelkê herêmên sunne û rojava û bakurê Iraqê li dijî vekişîna hêzên Amerîkayê ne li Iraqê.
Herwiha Xalib Demî dibêje, aliyên şîe yên Iraqê pêdagîr in li ser derketina hêzên Amerîkayê ji Iraqê û ew li ber çav nagirin vekişîna hêzên Amerîkayê ne li ser aliyên sunne yên Iraqê ye û heger Amerîka vekişe wê herêmeke sunne were avakirin.
Di berdewamiyê jî de Xalib Demî ragihandiye heger herêmeke sunne li Iraqê pêk were wê ew herêm jî daxwaza mayîna hêzên Amerîkayê bikin li wê herêmê.
Şeva roja duşemê 26.07.2021ê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ligel Joe Biden civiya û di encama gotûbêjên li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê biryar hat dayîn hêzên Amerîkayê heta 31.12.2021ê ji Iraqê vekişîn.
