• Friday, 27 February 2026
logo

Encumena fetwaya Kurdistanê li ser neştergeriyên bedewiyê fetwa da

Encumena fetwaya Kurdistanê li ser neştergeriyên bedewiyê fetwa da

Encumena bilind ya fetwaya Herêma Kurdistanê ragihand, her misilmanê/a ku bi rengekî “ne pêwîst” neştergeriya bedewiyê bike, heram e.

Encumena bilind ya fetwaya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, li ser daxwaz û pirsîna welatiyan derbarê neştergeriyên bedewiyê de civiyane û çend fetwa dane.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, her cure neştergeriya ku pêwîst be û bo tenduristiya ruh û laşê mirov û di bin çavdêriya nojdarên pispor de were kirin, rast û rewa ye.

Encumena fetwayê her wiha ragihandiye, lê neştergeriya ku pêwîst nîne, mîna biçûkkirina difinê, dev, guh û yan jî bilindkirina dev, lêv û rûmet û htd…, heram e û gunaheka mezin e. Ji ber ku destkarîkirina karê Xweda ye û nabe were kirin.

 

Top