• Friday, 27 February 2026
logo

Parêzgarê Duhokê: Girêdana maskan ji bo her kesekî neçarî ye

Parêzgarê Duhokê:  Girêdana maskan  ji bo  her  kesekî neçarî ye

Parêzgarê Duhokê ragihand, bikaranîna maskan ji bo her kesekî neçarî ye, eger welatî pabendî rêkaran nebin, karîna sazî û dezgehên tendirustiyê bo parastina welatiyan kêm be.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter di konferanseke rojnamevanî de ragihand, danîna maskan ji bo kesên veksîn wergirtine û yên wernegirtine neçarî ye. Her kesê pabend nebe jî, dê were cezakirin.

Got jî: Eger welatî xwe neparêzin û hejmara pêketiyan zêdetir bibe, dibe ku nexweşxane nikaribin hemû pêketiyan werbigirin, ji ber wê divê her kesek xwe biparêzin.

Elî Teter got: “Iraq giheştiye xeta sor û herêma Kurdistanê jî ber bi wê xeta metirsîdar ve diçe û karesatekî mezin li hember me ye. eger em pêbend nebin dê karesatekî mezin li ser de bê.”

 

 

Top