• Friday, 27 February 2026
logo

Jinek bi Çiyayê Agirî re zewicî

Jinek bi Çiyayê Agirî re zewicî

Çiyager Sevgul Eraslan a 33 salî ji bo ku balê bikişîne ser tundiya li ser jin û zarokan bi awayekî sembolîk bi Çiyayê Agirî re zewicî. Sevgul Eraslan, ku li 4200 metre bilindahiya Çiyayê Agirî bûkanî li xwe kir, got: “Ez bi çiyayî Agirî re bi sembolîk zewicîm. Min xwest sûc û tundiya li ser zarok û jinan şermezar bikim."

Sevgul Eraslan ku li Stenbolê li dibistanekê mamoste ye û nêzîkî 4 salan e bi çiyageriyê re eleqedar dibe, li Çiyayê Agirî çalakiyek balkêş pêk anî

Eraslan bi grûpeke 30 kesî re hilkişiya Çiyayê Agirî, dema ku gihîştin 4200 metreyî cilê xwe yê bûkaniyê ji tûrikê xwe derxist û li xwe kir û li ber çavên hevalê xwe got: “Ez bi Çiyayê Agirî re bi sembolîk zewicîm. Min xwest tawan û tundiya li ser zarok û jinan şermezar bikim. Wekî beşek civakê, haya me heye ku cûdakariya li dijî jinan û binpêkirinên cûrbecûr yên li dijî zarokan li dijî mafên mirovan e. Em dizanin ku ev tawan êşên mezin dikişînin ne tenê ji bo kesên ku tawan lê wan hatine kirin, di heman demê de ew ziyanên manewî didin her yekê me jî”

Çiyager Eraslan herwih got: “Ji bo pêşerojek geş, em dixwazin jin sibê bihêztir bibin û zarok bi ewletir û bêyî êş bigihêjin paşerojê.”

Eraslan got, "Ez tundî û cûdakariya ku jin û zarok kişandiye şermezar dikim. Jin û zarok li her qada jiyanê rêz û hezkirinê heq dikin. Em her cûre îstismar dibînin û em dizanin ku li dijîderketina wê, helwesteke bi rûmet e."

Dîmen û wênyên Sevgul Eraslan ên li ser Çiyayê Agirî hatine tomarkirin, li ser medyaya civakî jî rastî elqeyeke mezin hatin.

Ji şopînerên Sevgul Eraslan şîroveyên balkêş hatin parvekirin. Şopînarekî wê dibêje: “Eger we em agahdar kiriba me dê zêrê xwe bikira û em dê bihatan dawetê".

 

Rudaw

Top