• Friday, 27 February 2026
logo

Necef - Bi dronan êrişî depoyên çek û cebilxaneya Heşda Şeibî kirin

Necef - Bi dronan êrişî depoyên çek û cebilxaneya Heşda Şeibî kirin

Bi dronan êrişî depoyên çek û cebilxaneya grûpeka Heşda Şeibî yên li bajarê Necefê yê Iraqê kirin.

Medyaya Iraqê belav kiriye, îro danê êvarê bi dronan du depoyên çek û cebilxane yên grûpa bi navê Ketayîba Îmam Elî li nêzîkî bajarê Necef yê Iraqê kirin armanc.

Li gorî agahiyan, ji ber wê êrişê teqînên mezin di wan depoyan de qewimîne.

Heta niha nayê zanîn ew êriş ji aliyê kê ve hatine kirin û ziyanên wê çi ne.

Ketayîba Îmam Elî girêdayî Heşda Şeibî ye û ew jî girêdayî Îranê ye.

 

 

Basnews

Top