Serdeşt – Zilamekî hevjîna xwe kuşt û hewla kuştina xwe jî da
Li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê, zilamekî hevjîna xwe kuşt û xwe û kesek din jî birîndar kir.
Îşev li bajarê Serdeştê, zilamekî hevjîna xwe da ber guleyan û kuşt.
Li gorî agahiyan, wî zilamî hevala hevjîna xwe jî da ber guleyan lê ew nemir û giran birîndar bû. Paşê wî zilamî xwast xwe jî bikuje lê giran birîndar bû.
Tê gotin ku rewşa her du birîndaran xirab e û îhtimala mirina wan zêde ye.
Basnews
