Li peravên Izmîrê 344 koçber hatine rizgarkirin
Li bajarokên Çeşme, Dikili, Seferihisar û Menderesê yên ser bi parêzgeha Izmîrê, di nav sînorê avî yê Tirkiyê de 344 koçberên neyasayî ji aliyê hêzên Fermandariya Ewlekariya Peravan ve hatine desteserkirin. Herwiha 2 kes jî bi gumana ku qeçaxçîtiyê bi koçberan dikin, hatin desteserkirin.
Li gor Fermandariya Ewlekariya Peravan li Tirkiyê, di navbera 17 û 20ê Tîrmehê (Temûz) de li peravên bajarokê Dikili 142 koçber hatine rizgarkirin. Di navbera 16-17ê Tîrmehê de jî li peravên Ozdere ser bi bajarokê Menderesê ve di nav belemeke lastîkî de 35 koçber ji aliyê hêzên ewlekariya peravan ve hatine rizgarkirin.
Li bajarokê Seferigisar jî 19ê Tîrmehê di demjimêrên cuda de 100 koçber hatine rizgarkirin û 2 kes jî bi gumana ku qaçaxçîtiyê bi koçberan dikin hatine desteserkirin.
Li peravên Çeşmeyê jî 20ê Tîrmehê demjimêr derdora 06.30an 67 koçber ji aliyê hêzên ewlekariya peravan ve hatine rizgarkirin ku di nav deryayê de asê mabûn.
Fermandariya Ewlekariya Peravan li Tirkiyê ragihandiye, bi giştî 344 koçberên ku bo bejahiyê hatin veguhestin, piştî karûbarên yasayî radestî Rêveberiya Koçê ya Bajêr hatin kirin. Lê derbarê nasnameya koçberan de tu zanyarî nehatine belavkirin.
Rudaw
