• Friday, 27 February 2026
logo

2 fermandarên milîsên Îranê li Lubnan û Sûriyê hatin kuştin

2 fermandarên milîsên Îranê li Lubnan û Sûriyê hatin kuştin

Ligor zanyariyên medyayê yek ji fermandarê milîsên Fattimîyûn Ehmed Qureyşî li Sûriyê û fermandarekî Hizbullaha Lubnanê Îmad Emîn ku hemû ser bi Spaya Quds a Îranê ne hatine kuştin.

Herwiha medyaya Îranê jî piştrast kiriye ku ew herdu fermandarên milîsan hatine kuştin.

Medyaya ser bi Hizbûllaha Lubnanê belav kiriye ku Îmad Emîn li herêma Deyirkêfa li başûrê Lubnanê hatiye kuştin. Lêbelê derbarê kuştina wî de hîç zanyariyek belav nekiriye.

Herwuha malpera Fars a Îranê jî di raportekê de ragihandiye Fermandarê Fatimûyyûn Ehmed Qureyşî li Sûriyê hatiye kuştin.

Fatimûyyûn ji milîsên şîe yên efxanî pêk tên ku li Sûriyê ligel rejima Beşar Esed kar dikin û di jêr hegemonya Spaya Quds a Spaya Pasdarên Îranê de ne.

 

Basnews

Top