• Friday, 27 February 2026
logo

Li Sêrtê du malbatên dijmin li hev anîn

Li Sêrtê du malbatên dijmin li hev anîn

Li navçeya Misircê ya Sêrta Bakurê Kurdistanêê du malbatên ku neyarê hev bûn li hev anîn.

Di navbera endamên malbata Turgut û Egîlmez ên ku li gundê Yeşîlkonaka bi ser navçeyê Misircê dijîn, hefteyek berê şer di navbera wan de derket û di encamê de kesek birîndar bû,

Ew şer bû sedema ku herdu malbat bibin dijminên hev.

Dijmintiya di navbera malbatan de bi hewldanên qaymeqamê navçeya Misircê Îhsan Emre Aydin nema bû. 

Bi xilasbûna neyartiyê li mala bo teziyê ya li gund "merasima aştiyê" hat kirin. 

Di merasimê de Quran hat xwendin û Qaymeqam Aydin axivî û spasiya herkesê ku bûn wesîleya aştiyê kir. 

 

Rudaw

Top