Du bira ji aliyê zavayê xwe ve hatin kuştin
Li Rihaya Bakurê Kurdistanê du bira ji aliyê zavayê xwe ve hatin kuştin.
Bûyer li taxa Sirrin Karşiyaka a Rihaya çê bû û li gor zanyariyan kesê bi navê A.O ji bo ku li gel hevjîna xwe biaxive çû ber deriyê mala wê.
Lê li wir di navbera birayên wê jinê Îsa Alkan û Omer Alkan û zavayê wan A.O de nîqaş derket û ew nîqaş di demeke kurt de veguherî şerê çekdarî.
Di encama wî de şerî û êrişa kesê bi navê A.O de Îsa Alkan ku parêzer bû û birayê wî Omer Alkan, jiyana xwe ji dest dan.
Cenazeyên herdu birayan ji bo karûbarên otopsiyê bo Dada Pizîşkî ya Rihayê hatin veguhastin.
Kesê êrişkar A.O jî piştî bûyerê reviya û hêzên ewlekariyê ji bo girtina wî xebata lêgerînê dan destpêkirin.
Li gor zanyariyan ev heyamnek e navbera xwişka wan birayên hatine kuştin û kesê bi navê A.O jinav çûbû û proseya hevberdanê ya aliyan berdewam bû.
Rudaw
