Keçeke Kurd li Kanada bûye Fashion Model
Lavin keçeke Kurd a ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kudistanê ye û li Hewlêra Başûrê Kurdistanê jidayîk bûye û 3 sal in li Kanada dijî. Ev keça Kurd li Kanada wek fashion model kar dike û li ser asta wî welatî gelek binav û deng bûye.
Lavîn Azad, Fashion Model a Kurd, dibêje, “Navê min Lavîn e, ez 7 salî me, di pola yekem de me. Ez li Kurdistanê bûm, paşê em çûn Kanada. Ez ji Efrînê me. Ez Erebî, Kurdî û Îngîlîzî dizanim.”
Lavîn bala kompaniyên mezin yên modelan bi alî xwe ve kişand û li ser asta Kanada di gelek nemayîşên cil û bergan de beşdar bûye,
Keça Kurd Lavîn Azad 3 caran xelata baştirîn fashion model a zarokan li Kanada wergirt. Niha ew li gel kompaniya cilûbergan a binavê Patpat kar dike.
Lavîn Azad, Fashion Model a Kurd, dibêje, “3 sal in ez li Kanada me û Patpat ji min re cilan dişîne û ez wêneyan digirim û xelk ji wêneyan hez dike û diecibîne.”
Dayika Lavîn, Meryem Îsa dibêje, hezkirina Lavîn ji cil û bergan re û girtina wêneyan ji temenê 3 salî dest pê kir, wê dema ku ew hîn li Hewlêrê bû.
Meryem Îsa, Dayika Lavîn, “Min dît ku meraqa wê li ser wêneyan heye û bi xwe jî digot dixwazim wêneyan bigirim. Li Hewlêrê jî çend kompanî hebûn wêneyên wê girtin, mezin kirin û li caman xistin. Li cem min ew bawerî çê bû ku di vê mijarê de temam bikim. Piştî wê em çûn Kanada. Kompaniyan dît dema vî karî dike xelet nake.”
Bêtir ji 318 hezar kes li ser Instgramê Lavin dişopînin û ew hêvî dike di paşerojê de wek keçeke Kurd ne tenê li ser asta Kanada, her wiha li ser asta cîhanê wek fashion model bi nav û deng bibe.
Rudaw
