Kirmaşan – Zilamekî li ser mîrat xûşk û birayekî xwe kuşt
Li bajarokê Sehne li parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê zilamekî xûşk û birayê xwe kuştin.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî danê sibê li bajarokê Sehne, zilamekî 48 salî bi navê Kiyanûş Ezîzî bi tivingê êrişî mala bavê xwe kir.
Li gorî agahiyan, wî zilamî li nav mal de xûşka xwe û birayê xwe kuştin û xwarziya xwe ya 8 salî giran birîndar kir.
Li gorî agahiyan, wî zilamî, ku îro hat girtin, ji ber parvekirina mîrat ji xûşk û birayên xwe hêrs bibû û êrişî wan kiribû.
Basnews
