• Friday, 27 February 2026
logo

Jinên Efxanî ji hatina Talîbanê nîgeran in

Jinên Efxanî ji hatina Talîbanê nîgeran in

Wênegir û şêwekara Efxanî Rada Akbar a 33 salî, ji ber gefên ku ji aliyê Tevgera Talîban ve lê hatibûn xwarin, bi awayê online, pêşangeha xwe ya wêneyan vedike. Di vê pêşangehê de, Rada gotarekê bo giyanê 180 rojnamevan, dadwer û çalakvanan pêşkêş dike ku bi destê Talîbanê hatine kuştin. Rada dibêje bi kuştina çalakvanan Talîban dixwaze wan bêdeng bike û rastiyê veşêre.

Rada Akbar, Wênegira Efxanî, dibêje, “Em kêmîne ne, şer dikin û em dengê xwe bilind dikin, dema ji me dikujin, ew dixwazin me bê deng bikin. Wan ev yek dikir dema li ser desthilatê bûn, herwiha niha li navçeyên dibin kontrola wan de jî wiha dikin.”

Hefteya borî piştî mana 20 salan, hemû hêzên Amerîka û NATOyê ji Binkeya Esmanî ya Bagramê vekişiyan ku nêzîkê Kabula paytexta Efxanistanê ye, ji wê derê operasyonên esmanî bo ser Talîbanê dihatin kirin.

Ev di demekê de ye çekdarên Talîbanê li bakurê Efxanistanê di şerê dijî hêzên Efxanî de berdewam in û dest danîne ser gelek navçeyan û derdora hezar leşkerên Efxanistanê jî ber bi  Tacekîstanê reviyane, ev jî bû sedem ku hejmarek welat konsulxaneyên xwe li wî welatî bigrin. Rada nîgeran e ku careke din Talîban vegere ser deshilatê. Li gor wê, bi vegera wan, siberoja nifşê nû yê zarokên Efxanistanê dikeve metirsiyê.

Rada Akbar, Wênegira Efxanî, “Gelek xewnên min hene, gelek planên min hene ji bo vî welatî. Ez naxwazim nifşên bên, di heman rewşê re derbas bibin, wek me. Ez dixwazim ew di welatekî baştir de bijîn, ez naxwazim ew di zehmetiyan de bijîn wek jiyana min û hemû kesên ji nifşê min.”

Ji nîvê meha Nîsanê ve bi taybetî piştî wêya Serokê Amerîkayê Joe Biden got, ew dê leşkerên Amerîkî ku hejmara wan di navbera 2500 - 3500 leşkeran de ye, ji wî welatî vekşînin, ligel 7000 leşkerên NATOyê, heta 11ê Îlona 2021ê, vê yekê jî rê li ber Talîbanê vekir ku êrîşî navçeyên di bin destê hêzên hikûmeta Efxanistanê de bikin û gelek navçeyan kontrol bikin.

 

Rudaw

Top