Li Îlamê teqîn çê bû 7 kes bûne qurbanî
teqîn di dema paqêj kirina boriyê de çê bûye.
Boriya petrolê teqiyaye.
Li gor çapemeniya Îranê, direngiya şeva derbasbûyî di boriya veguhastina petrolê ya li bajarê Îlamê ya li Rojhilatê Kurdistanê de 7 kes bûne qurbanî.
Çapemeniya Îranê belav kiriye ku di encama teqîna boriya petrolê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 4 kesên din jî birîndar bûne.
Teqîn di dema paqêj kirina boriya veguhastina petrolê de çê bûye û lêkolîn jî li ser sedemên teqînê berdewamin.
