• Friday, 27 February 2026
logo

Li Meletiyê werza berhevkirina mişmişan destpê kir

Li Meletiyê werza berhevkirina mişmişan destpê kir

 Li parêzgeha Meletî ku ji sedî 85ê mişmiş hişkkirî yên hemû cîhanê dabîn dike, demsala komkirina qeysiyan destpê kiriye. Salane di demsala komkirina mişmişan de, 50 hezar karkerên demsalî ji parêzgehên Êlih, Amed, Şirnex, Riha, Semsûr û parêzgehên din diçin wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê.

Karker Mihemed Koçar got “Welle di vê germê de komkirin pir nexweşe. Xwedê hez bike 15 roj şûn de dê dema wan biqede. Yewmiya wan jî dibêjin 95 Lire ye lê baş diyar nebûye. Înşallah tiştek di destê me de bimîne.”

Karker Xezal Adal dibêje “Bi xwedê em faqîr in. Em ji Cizîrê hatine. Ji bo şixwilê em ji xwe re hatine mişmişan. Ev jî halê me ye. Hê yewmiya me negotine çiqas e, em ji feqîriya xwe hatine vê derê. Em mecbûr in.”

Îsal berhemê mişmişên Meletiyê gelekî zêde bûye, vê ji aliyekî ve cotkar kêfxweş kirine, lê di heman demê de ji zêdebûna mesrefa berhemanîn û daketina bihayê qeysiyan nîgeran in.

Berhemhêner Mihemed Elî Tutar  got “Ez hatim vê derê min baxçe helgirt, min got ez piçek rihet bikim, lê qet rihetiya min tine. Gava der û kulên karkeran pir bin ê me jî pir dibin. Em dişixwilin, perê ku me wergirt em ê tevî bidin dewêletê, avê, derman, gubre, karkeran. Gava ku me mişmişên xwe rakir, em hesab dikin tiştek ji me re nemaye.”    

Ew mişmişên ku li Meletiyên tên berhemanîn Herêma Kurdistanê û Iraq jî ligel bo 112 welatên cîhanê tên hinardekirin.

Serokê Encûmena Borseya Bazirganî ya Meletê Erdogan Onal dibêje "Me ji yekê Tebaxa 2019 heta 26ê Hezîrana sala borî hezar û 832 ton mişmiş bo Iraqê hinarde kirine, dahata wê 2 milyon û 384 hezar dolar bûye. Me ji 1ê Tebaxa 2020an heta 26ê Hezîrana 2021ê, 628 ton mişmiş hinarde kirine û dahata wê 1 milyon û 740 hezar dolar bûye. Wate di dema navbera 2020 bo 2021ê de asta hinardekirina me bo Iraqê kêm bûye."

Ji wan 17 milyon darên mişmişên ku li Tirkiyê hene, 8 milyonên wan li parêzgeha Meletiyê ne. Tê çaverêkirin îsal Meletî 86 hezar û 39 ton mişmiş hişkkirî berhem bîne.

 

Rudaw

Top