• Monday, 02 February 2026
logo

Kurdekî Rojava ji bo Kurdî alfabeya Braille afirand

Kurdekî Rojava ji bo Kurdî alfabeya Braille afirand

Kurdekî Rojavayê Kurdistanê ku li nahiya Sêmêlê ya Duhokê dijî, zimanê Kurdî tevlî alfabeya Braille ya navdewletî kir.

Sîstema Braille ji aliyê Louis Braille ve hatiye afirandin, ew sîstemeke nivîsandiye, kesên ku nabînin bi kar tînin.

Rodî Remedan Tahir yê 31 salî ku Xelkê Qamişlo ye, herdu çavên wî nabînin, ji bo kesên nabîna tîpên Kurdî tevlî sîstema Braille kiriye, ji bo ku kesên nabînin karibin li ser klavyeyê binvîsin.

Rodî Remedan ev 8 sal in li Başûrê Kurdistanê dijî û li Şamê koleja yasayê temam kiriye.

Rodî Remedan Tahir beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û di derbarê xebata xwe ya li ser sistema Braille de bersiva Dilbixwîn Dara da.

Rodî di derbarê pêvajoya afirandina klavyeya Braille ya ji bo Kurdî de wiha dibêje “min lêkolîn kir û min got çima sîstema Braille bi Erebî, Tirkî, Fransî û bi hemû zimanên din ye heye, bo çi bi Kurdî nîne? Ez geriyam û min got divê ev bi Kurdî jî hebe. Ji bo ew kesên kêm endam ew jî bi zimanê xwe ji vê civakê nayêne parçekirin. Min got, divê ew jî bi xwendinê tevlî vê çivakê bibin. Ev sîstema Braille hate bîra min û min got ez bi afirînim û alîkariya van kesan bikim.”

Rodî anî ziman ku ev 4 sal in ku ew sîstem serê wî de ye û di nav 3 mehan de Sîstema Braille ji Îngilîzî, Fransî, Tirkî û Erebî bo Kurdî wergerandiye.   

Herwiha Rodî dibêje ku armanca wî ne ew e ku vê sîstema ku afirandiye derxe bazarê armanca wî ew e ku ew kesên kêm endam zimanê xwe hîn bibin.

Rodî dixwaze ku vê sîstemê li ser computer û mobîlê jî deyne ji ber ku sîstemek gelek bi rêkûpêk û pêwîst e.

Rodî ji bo sîstemê bang li rayedarên Kurd kir û wiha got “Gelê Kurd û kesê ku destên wan bilind bin, em ê detên xwe bidin hev û em ê sîstemeke Kurdî ava bikin, ji bo kesê kêmendam ji civakê bêpar nemînin.”

 

Rudaw

Top