• Saturday, 31 January 2026
logo

Parlamenterekî Iraqê hişyariya pêkhatina karesatekî li Iraqê da

Parlamenterekî Iraqê hişyariya pêkhatina karesatekî li Iraqê da

Parlamenterê Iraqê û endamê lijneya kiştûkalê Elî Bedîrî derbarê kêmaviya li Iraqê ji çapemeniyê re ragehand: ‘’Sedî 80 av kêmbûye û di demsalên pêş de kiştûkal û zireet li başûr û naverastê Iraqê dê şikestên mezin di wî sektorê de pêkbê.

Elî Bedîrî got: ‘’Gelek caran me hişyarî daye ku asta avê li başûr û naverasta Iraqê gelek kêmbûye û pêwîste bê çareser kirin, lê hikûmeta Iraqê li gel hemû sozên ku dane jî ti pêngavek di aliyê çareser kirina pirsgirêka avê li gel Tirkiyê û Îranê neavêtiye.’’

Ew parlamentere daxwaz dike Iraq bi hemû rêyan ve givaşê li ser Tirkiyê û Îranê bike bo berdana avê, ji ber başûr û naverasta Iraqê waye temamî hişk dibe, heta ava vexwarinê jî êdî pir kêmbûye.

 

Basnews

Top