Geşta malbateke Alman bo Colemêrgê
Colemêrg dawîn rawestgeha geşta akademîsyenekî Alman û malbata wî ya bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bû û akademîsyenê Alman sirûşt û çiyayên Colemêrgê şibandin rewşa çiyayên Alpan ên 200 sal berî niha ku nehatine kifşkirin.
Mamosteyê Zanîngeha Humboldt Jan Knorn û malbata wî ev heyamek e di çarçova geştekê de serdana bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dikin û herî dawî jî ew malbat gihişt Colemêrgê.
Jan Knorn ku mamosteyê Cografyayê ye, li hember zozan, çiya û sirûşta herêma Colemêrgê ecêbmayî ma.
Jan Knorn, hevjîna wî Magdalena Knorn û zarokên wan Leo û Antonia li gel du çiyagerên ji Meletiyê derketin ser zozana Berçelan a Colemêrgê ku 3 hezar û 300 metre ji asta deryayê bilind e û her çar werzên salê jî berf jê xilas nabe û xwedî sirûşteke balkêş û ciwan e.
Jibilî zozana Berçelan, wê malbata Alman serdana dêra Suryanan a li gundê Koçanis jî kir ku 18 kîlometreyan ji navenda bajar dûr.
Jan Knorn ku 15 sal in li Zanîngeha Humboldt mamostetiyê dike, çiya û sirûşta Colemêrgê şiband sirûşta 20 sal berî niha ya çiyayên Alpan.
Knorn behsa wan bajar û deveran kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serdana wan kiriye di çarçova vê geştê de û got, “Em bi dîtina Colemêrgê gelek kêfxweş bûn. Surprîzeke mezin bû bo me, me çaverê nedikir ev qas xweşik be. Colemêrg, rewşa 200 sal berî niha ya Alpan e ku nehatiye kifşkirin.”
Knorn: Divê her kes bê û vê herêmê bibîne (Wêne: DHA)
Akademîsyenê Alman herwiha diyar kir, “Divê dewlet vê deverê bixe jêr parastinê. Divê her kes bê û vê herêmê bibîne. Min di geşta xwe de heta vê derê sirûşteke ewqas hov nedît ku dest lê nehatiye dayîn.”
Malbata Alman dê bo heyama hefteyekê li Colemêrgê bimîne û serdana navçeyên ciyawaz ên wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê bike.
Rudaw
