• Saturday, 21 February 2026
logo

Wezîrê derve yê Almanya derbarê Tirkiyê de daxuyaniyên giring dan!

Wezîrê derve yê Almanya derbarê Tirkiyê de daxuyaniyên giring dan!
Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel di axaftina xwe de ragihand ku me gelek tehemula Tirkiyê kişand û ev ne hêsan e.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel di axaftina xwe de got: "Me gelek tehemula Tirkiyeyê kişand û ev ne hêsan e. Lê êdî divê em polîtîkaya xwe ya Tirkiyeyê biguherînin. Em jî dixwazin bi Tirkiyeyê re têkiliyên xwe baş bikin, lê wek tê zanîn tango bi du kesan tê lîstin."

Sigmar Gabriel di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tirkiye ne tenê ji nirxên ewropayî dûr dikeve, ji nirxên NATOyê jî dûr dibe. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî di van gotinên min de wek min difikire. Welatekî ku ewlehiya hiqûqî lê tinebe ji bo veberhênanê em nikarin qewitiyê li ti kesî bikin. Ji hişyariya seyehatê pê ve ti çareyeke me din tineye. Ji bo her kesê alman ku serdana Tirkiyeyê bike risk heye."

Wezîrê alman Gabriel dema civîna çapemenî li dar dixist Wezareta Derve ya Almanyayê ji bo hemwelatiyên xwe ku serdana Tirkiyeyê bikin hişyariyeke seyehatê belav kir.

Basnews
Top