• Saturday, 21 February 2026
logo

Dîplomatekî kurd: Bexdayê tevahiya dîplomatên kurd ji kar dûr xistiye

Dîplomatekî kurd: Bexdayê tevahiya dîplomatên kurd ji kar dûr xistiye
Dîplomatekî kurd dibêje, piştî ku wezareta derve ya Iraqê ji kurdan hat standin êdî ti meqameka dîplomatîk di destê kurdan de nema û kurd bi yekcarî ji dîplomasiya Iraqê hat dûrxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh peyamek belav kir. Barzanî di beşeka peyama xwe de ragihandibû, di warê dîplomasî û karûbarên derve yên Iraqê de kurd tên îzolekirin û nûnerên gelê Kurdistanê tên derxistin.

Li ser vê mijarê dîplomatê kurd û mamostayê zankoyê li Fransa, Kawe Şawlî ji BasNewsê re got, li tevahiya sefaretxaneyên Iraqê çend dîplomatên kurd hene? Yek kes jî nîne, ev jî tê wateya binpêkirina Qanûna Esasî ya Iraqê. Çimkî di Qanûn Esasî de hatiye gotin ku divê tevahiya gelên Iraqê bi awayekî aktîf beşdarî dezgeha dîplomasiya Iraqê bibin. Lê kurd bi enqest ji vî warî hatin dûrxistin da ku nekarin dengê xwe bigihînin cîhanê.

Kawe Şawlî her wiha got, jixwe hikûmeta şîe ya Iraqê bi eşkere dibêje ku baweriya me bi kurdan nîne. Ji ber wê jî niha dest bi derxistina dîplomatên kurd kirine û li dewsa wan dîplomatên şîe û sunniyên ku hatine kirrîn, datînin.

Wî dîplomatê kurd anî ziman, piştî ku wezareta derve ya Iraqê ji kurdan hat standin (qesta wî dûrxistina Hoşyar Zêbarî ye) Bexdayê dest bi dûrxistina dîplomatên kurd kir û got, destpêkê sefîr hatin guhertin da ku kurdan ji siyaseta derve bêpar bikin û tenê dengê şîeyan bigihînin cîhanê.

Basnews
Top