• Saturday, 21 February 2026
logo

Balyoza Amerîkayê li NYê: Em rêz li doza gelê Kurdistanê re digrin

Balyoza Amerîkayê li NYê: Em rêz li doza gelê Kurdistanê re digrin
Balyoza Amerîka yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley di axaftina xwe de ragihand ku em rêzê ji doza gelê Kurdistanê re digirin.
Balyoza Amerîka yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley di axaftina xwe de ragihand ku em rêzê ji doza gelê Kurdistanê re digirin, lê referandûma serxwebûnê me ji armanceke din dûr dixe."

Nûnerê NY bo Karûbarên Iraqê (UNAMI) Jan Kûbîs û Balyoza Amerîkayê ya NY Nikki Haley civiyan û rewşa Iraqê û referandûna Başûrê Kurdistanê gotûbêjkirin. Li gorî daxuyaniya UNAMI, di civînê de herdu aliyan behsa rewşa Iraqê û operasyona Mûsilê kirin û tekez kirin ku divê aramî vegere Mûsilê, koçberên wî bajarî vegerin malên xwe.

Nikki Haley ji bo referanduma serxwebûnê got: "Ji bo biryara li ser çarenivîsa xwe em rêzê ji doz û daxwaza gelê kurd re digirin. Lê referandûma serxwebûnê dibe sedema dûrketina me ji ewlewiyeteke din ku ew jî şerê DAIŞê û aramiya Iraqê ye."

Basnews
Top