Bi sedan ciwanên kurd dibin leşkerê Swêdê
Li gorî rêzikan, dema zengila agahdarkirinê hate lêdan, divê xelk hemû herin mala xwe, derî û pencereyan bigrin, guh bidin radyoya taybet da ku bizanin ka dê çi bikin. Gelo herin jêrzemînan, an jî bi çi şêweyî xwe biparêzin.
Swêdiyan xeyal dikirin, ku bûyereke xwezayî çêbûye yan jî firokeyên rûsî hatine ser bajêr. Lê kurdên li vî bajarî, mîna swêdiyan netirsiyan. Kurdekî nîştecihê Stokholmê ji Rûdawê re got: “Herwekî dengê zengila hatina firokeyên Îranê bû, ku di salên 1980ê, dema şerê Îran û Iraqê de me guhdar dikir. Ev demek bû min ev deng nebihîstibû.”
Hate gotin, ku zengila vê carê bi şaşî lêketiye û şaşiyeke teknîkî bûye. Lê gelek swêdî vê yekê weke xwe amadekirina egera şerê li gel Rûsyayê dibînin. Bi nêrîna wan ev peyamek bû ji bo xelkê.
Bi nêrîna hemwelatiyê Swêdê yê bi navê Stive Jhonson, lêdana zengilê, anîna yasaya leşkeriya neçar û çend operasyoneke ku hatine kirin, tev de peyam in da ku xwe ji rûbirûbûnekê re amade bikin.
Jhonson dibêje; “gelek caran behsa hatine keştiyên binderyayî yên Rûsyayê, hatina firokeyên rûsî û şerê vî welatî tê kirin” û dibpirse; “gelo ma bi rastî ewlekariya Swêdê di metirsiyê de ye?”
Swêdê leşkeriya bi zorê careke din anîbû
Di destpêka meha Adara 2017ê hikûmeta Swêdê yasaya leşkeriya naçarî pesend kir.
Kurdekî nîştecihê Stokholmê Hemze Reşîd bi ken dibêje: “Ev yasa fîrarî û cehşatiya fewcên xefîf ên Iraqê tîne bîra min, ku di salên 1980ê de hebûn.”
Bi nêrîna swêdiyan hatina xizmeta leşkeriya naçarî bi egera êrîşa Rûsyayê û şerê sar ê di navbera herdu welatan de heye. Lewma swêdî ji vê yekê nîgeran in.
Nedîm Heso kurdêkî nîştecihê Swêdê ye û zêdetirî 2 salan li eniyên şerê DAIŞê yên Mûsilê de maye. Ew dibêje, ku amade ye niha jî ji bo parastina Swêdê şer bike: “Swêdî tên ji bo parastina Kurdistanê şer dikin. Em jî amade ne li vir ji bo parastina Swêdê canê xwe bidin.”
Nedîm Heso kur û keçên xwe jî handide da ku dema mezin bibin ji bo Swêdê leşkeriyê bikin. Ew dibêje: “Ez kal bûme êdî leşkerî min nagre lê bi hemû awayan amade me vî welatî biparêzim.”
Keça kurd Ara Îsmaîl beriya demekê xwendina xwe temamkiriye. Ew niha li kar digere. Herwiha divê di demeke nêzîk de ji bo 2 salan xizmeta leşkerî bike.
Ara Îsmaîl li Swêdê mezin bûye û jiyana li Kurdistanê nayê bîra wê. Ara dibêje: “Ez dihizirim ku di warê serbazî de kar bikim. Lê dema pêwîstî hebe, ez amade me berevaniya Swêdê bikim.”
Keça kurd Ara Îsmaîl nîştecihê taxa Şîstay a Stokholmê ye û yek ji wan 13 hezar keç û kuran e, ku navê wê ji bo leşkeriyê hatiye. Divê di paşerojeke nêzîk de cilê serbazî li ber bike û dibêje: “Ez li hêviyê me ji bo leşkeriyê bang li min bikin.”
Lave Newzad keçekê din ê kurd e ku di sala 2000î de li Stokholmê ji dayik bûye. Ew niha 17 salî ye û navê wê jî ji bo leşkeriyê hatiye. Lave ji bavekî kurdê Başûr û dayikekê ji Rojhilatê Kurdistanê ye.
Lave dibêje: “Hevalên min ên swêdî pêşbînî dikirin, ku bi kêfxweşî vê yasayê qebûl bikim. Ewan dizanî bavê min pêşmerge bûye û lewma herdem li gel min behsa şerê DAIŞê dikin.”
Bi gotina hemwelatiyên Swêdê, ev mijar li cem kurdên Swêdê giring e. Johan Endersman di vî derbarê de ji Rûdawê re got: “Ew kesên ku di warê serbazî û ewlekariyê de kar kirine nebin, piraniya ciwanên swêdî bi giringî li vî mijarê nanêrin. Herwiha, li mijarên hestyar ên weke NATO û egera şerê li gel Rûsyayê jî komîk dibînin. Lê biyaniyên li Swêdê, herwiha ew ên ku li Swêdê jî ji dayik bûne, bi giringî li mijara ewlekarî û aramiya Swêdê, yan jî egera şer dinerin.”
900 ciwanên kurd dibine leşker
Derbarê hejmara leşkerên kurd ên Swêdê amarekî fermî nîne. Lê li gorî lêkolîna rêxistineke kurd, li Swêdê nêzîkî 120 hezar kurd hene û ji sedî 15ê van ciwan in.
Çalakvanê kurd Haje Rehîmî, ku di rêxistina KYEO de kar dike, ji Rûdawê re got: “Ciwanên kurd ên ku dîroka ji dayikbûna wan di salên 1999 û 2000 e, dikevin ber xizmeya leşkeriya neçar. Hejmara wan jî 900 kes in.”
Rudaw
